Wekî beşek ji rêze projeyên şaredariyê yên berdewam ji bo baştirkirina belavkirina avê û dabînkirina wê ji bo bighêje hemî taxan, Şaredariya Gel a li bajarê Qamişlo projeyek nû ya piştgiriya tora avê bi dawî kir.
Xeteke alîkar a 30m dirêj û bi qutra 75 mm li ser xeta sereke ya bi qutra 110 mm, ligel sîfoneke bi qutra 100 mm, li herêma Mehmaqiyê, li pişt nanpêjxaneyê hate sazkirin.