Piştî nerazîbûna niştecihê Xirbet El_Yas, bakurê Hesekê li Kantona Cezîrê, Şaredariya Sefya bi hevkariya saziya paqijkirina karîzan, bi lez çareseriyek awarte ji bo pirsgirêkên karîza gund pêk anî. Çareserî bi rêya ku xeta karîzê ya nû bi beşdariya niştecihên herêmî bi awayekî demkî were dirêjkirin, heya ku erêkirina fermî ji bo tevahiya projeyê were dayîn.
Hevserokê Şaredariya Sefya Umer El Zewbe’i rave kir ku êşa gund ji salekê zêdetir berdewam dike, ji ber çend sedeman ya herî berbiçav kûrahiya boriyên kevin, ku 13 m dirêj dibe, kêmbûna avê û nebûna makîneyên pêwîst ji bo kar.
Her wiha wî destnîşan kir ku şaredarî çavdêriya zêdetirî 100 gundan dike bêyî ku mekanîzmayên têrker ji bo dabînkirina xizmetiyan peyda bike. Wî ji niştecihan lêborîn xwest û ji wan xwest ku bi hişmendî mafên xwe bixwazin.