Ji ber şert û mercên dijwar ên avhewayê û ziwabûna ku bandorê li herêmê dike, gerenîndeya avê ya bajêr îsal rêze kirdarî û rêbername ji bo çareserkirina kêmbûna avê pêk aniye.
Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê yê Kantona Cezîrê ragihand ku di demên dawî de 82 binpêkirinên xerckirina avê hatine derxistin. Ev binpêkirin di serdanên meydanî yên sibeh û êvarê de li seranserê taxên cuda yên bajêr de hatin qeydkirin.
Di vê çarçoveyê de, şaredariyê ji gelên Dêrikê xwest ku avê biparêzin û ji xerckirina zêde dûr bisekinin, û destnîşan kir ku dê li dijî binpêkaran kirdariyên yasayî wê werin girtin.