Piştî vekirina sindoqa gilî û pêşniyaran li bajarê Girgê Legê, diyar bû ku giliyên gel hene, û beşên şaredariyê tavilê li gorî şiyanên xwe dest bi çareserkirina wan kirin.
Giliyên têkildarî rakirina qûmê ji kolanan bi hevrêziya şaredariyê hatin çareserkirin.
Daxwazên din, wek anîna jeneratorek zêde û qîrkirina kolanan, bi hevrêziya bi gel û komîteyên pispor re jî hatin bicîhanîn.
Şaredariya Girgê Legê spasiya hemû gelan ji bo beşdariya wan dike û piştrast dike ku ew ê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan xebata xwe bidomîne.