Bi boneya salvegera 99’emîn a damezrandina bajarê Qamişlo, ku sembola pir rengî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên netewî û olî de cihêreng de ye, pîrozbahiyek taybetî bi hevrêziya di navbera mamoste Aras Marîka, Desteya Kar û barên Civakî û kedkaran, û Tevgera Ciwanan hate rêxistin ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet lidarxistin.
Şandekji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cezîrê, ji bo girîngiya vê boneyê û piştrastkirina piştgiriya xwe ya berdewam ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet, beşdarî çalakiyê bû.
Çalakî ji gelek beşên hunerî pêk dihat, di nav de pêşkêşkirina mûzîk û stranbêjiyê, ku dilê beşdaran kêfxweş kir. Yek ji xalên girîng beşdarbûna hunermendê navdar Ciwan Haco bû, ku bi rêya vîdyoyekê li pêşberî temaşevanan xuya bû.