Desteya Tendrustiyê ya Kantona Cizîrê û Gerenîndeya Tendrustiyê ya Encûmena Bajarê Hesekê îro’ Çarşemê li avahiya Gerenîndeya Tendruistiyê ya li Hesekê bi nûnerên Encûmenên bajarên Arîşa, Merkeda, Til Temir û Şedadiyê re civînek berfireh ‘li dar xistin�Di civînê de destpêkirina projeya klînîkê hate gûftûgokirin, ku armanc wê sektora tendrustiyê xurt bike’ û xizmetên bijîşkî ji gelên li herêmên başûrê Hesekê re peyda bike.
�Hevserokê Desteya Tendrustiyê ya Kantona Cezîrê, bijîşk Memo Enter Xelîl, diyar kir ku armanca projeyê kêmkirina kêmbûna giran a xizmetên bijîşkî li deverên başûrê bajarê Hesekê ye. Du klînîkên dê werin vekirin, ku bi kadroyên bijîşkî yên tam-pîşeyî yên wekî bijîşkî, hemşîre û dermanxaneyek hatine sazkirin, û dê xizmetên xwe bêpere ji gel re peyda bikin.
�Xelîl destnîşan kir ku dê du dewre ji van klînîkan heftane li her yek ji bajarên diyar kirî werin lidarxistin, û tekez kir ku proje dê 3’ê mehan dirêj bibe, ji Îlona bê dest pê bike û heta dawiya sala heyî bidome, bi îhtîmala dirêjkirina wê bi piştgiriya zêdetir ji rêxistinên mirovî û di bin çavdêriya Desteya Tendrustiyê ya li Cizîrê û Gerentediya Tendrustiyê ya li Hesekê de.
�Projeya klînîkê gaveke girîng temsîl dike ber bi misogerkirina lênêrîna tenduristî û sivikkirina êşa gelê deverên dûr ên ku navendên bijîşkî û karmendên tenduristiyê lê tune ne. Ev yek dê beşdarî baştirkirina tendrustiya civakê û pêkanîna prensîba dadperweriyê di dabînkirina xizmetên bijîşkî de bibe.