Şaredariya gel a bajarê Hesekê ya li Kantona Cezîrê, bi rêya beşên xwe yên teknîkî û xizmetî bi armanca baştirkirina binesaziyê û bilindkirina asta xizmetiyê li herêmê, rêze projeyên xizmetiyê li taxa Neşwa ya rojava pêk tîne.
Di çarçoveya projeya rêkirina qîrê, beşa teknîkî ya şaredariyê bi hevkariya kampa rêkirina qîrê ya Hesekê dest bi xebata kolanên sereke û yên xizmetê kirin. Beriya xebatên rêkirina qîrê, kampaneyeke paqijkirinê ya berfireh ji bo rakirina toz û qirêjiya kombûyî pêk hat. Ev xebat di bin çavdêriya beşa teknîkî û kampa rêkirina qîrê ya Hesekê de hate kirin.
Di heman demê de, gerenîndeya Paqijiyê xebatên xwe di nav taxê de didomîne. Çalakiya herî dawî xebata li Meydana Zehrawî bû, ku li wir 40 boriyên bi qûtra 40 cm bi karanîna alavên karîzê û di bin çavdêriya rêveberiya beşê de hatin danîn.
Beşa Paqijiyê, wekî beşek ji plana xwe ya xizmetiya berdewam, ji bilî bersivdayîna daxwazên gel, karê xwe yê rojane di nav taxan de didomîne, di nav de paqijkirin û vekirina karîzan.