Ji bo pêşxistina pêvajoya perwerdehiyê û xurtkirina têkiliya rast e rast di navbera kadroyên perwerdehiyê û saziyên rêveberiyê de, Desteya Perwerd û fêrkirinê bi hevrêziya Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Cezîrê, civîna salane ya mamosteyên Rêveberiya Dibistanên Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar xist.
Civîn li ser sê armancên sereke seknî:
1- Nirxandineke berfireh a pêvajoya perwerdehiyê di sala xwendinê ya 2024-2025an de, tevî performansa giştî, encamên bi destketî û zehmetiyên ku mamoste pê re rû bi rû mane.
2_Gotûbêjkirina astengî û pirsgirêkên herî berbiçav ên ku di warê perwerdehiyê de derketine holê, çi ji hêla rêveberî, teknîkî, an jî binesaziya dibistanê ve girêdayî bin, di sala borî de.
3- Pêşkêşkirina pêşniyarên pratîkî ji aliyê mamosteyan ve ji bo baştirkirina rastiya perwerdehiyê û pêşkêşkirina çareseriyên guncaw ji bo dema pêş de.
Rêveberiya xweser bawere ku “ji bo avakirina civakeke demokratîk û hevgirtî, Perwerde pêwîst e” ji ber vê yekê girîngiyeke mezin dide sektora perwerdê û ji bo dabînkirina piştgiriya darayî û moralî ji saziyên perwerdeyê re dixebite. Her wiha Rêveberiya Xweser bi berdewamî hewl dide ku bernameyên xwendinê pêş bixe bi rêya korsên havînê, ji bo peydakirina hawîrdorek perwerdehiyê ya guncaw ji bo hemî xwendekaran.