Şaredariya gel a bajarê Dêrikê dest bi rakirina dorpêçên li ser Kolana sereke ya taxa Şehîd xebat kiriye.Rêveberê ofîsa teknîkî, Endezyar ibrahîm Sado, piştrast kir ku proje paqijkirin û rastkirina rêya 2,000 metre dirêj û 20 metre fireh dihewîne.
Ev proje bi armanca vekirina rê li ber tevgera trafîkê û parastina ewlehiya gel e, her wiha şaredariyê bang li gelên taxê kir ku ji bo parastina aramiya giştî û xweşikbûna taxê hevkariyê bikin û destwerdana kolan û tesîsên giştî nekin.