Îro çarşem, şandek ji bernameya xwarinê ya cîhanî ku ji Miryan Ward rêveberê bernameyê li Sûrya, Xalid Osman cîgirê rêveber, Husam Xalib serokê ofîsa şaxa li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, Wisam Dîn Zekî serokê beşa ewlehî, Ela Mihemed berpirsê bernameyê, Hamed Şêx berpirsê beşa ewlehî li ofîsa welat, Kehderz Ibrahîm berpirsê beşa ewlehî li ofîsa bakur û rojhilatê Sûriyê, bi awayekî fermî serdana Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê li bergeha wê ya li Qamişlo kirin.
Şand ji aliyê Hevserokên Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê, Birêz Hesen Şero û Xanim Vîvyan Beho Osê ve hate pêşwazîkirin.
Di dema serdanê de, civînek berfireh ji bo gûftûgokirina rewşa heyî ya herêmê û nirxandina plan û bernameyên ku di serdema pêş de werin bicîhanîn, ku dê bibin alîkar ji bo baştirkirina rewşên mirovî û xizmetî, hat lidarxistin. Her wiha girîngiya berdewamiya hevrêzkirinê û lidarxistina civînan ji bo şopandina pêşketinê û misogerkirina bidestxistina armancên bernameyê li herêmê hate tekez kirin.