Ji ber ku av çavkaniyeke girîng e ku divê were parastin û bi dadperwerî li ser hemî gelan were belavkirin, gerenîndeya avê li bajarê Qamişlo gerên meydanî kirin da Ku binpêkirinên têkildar bikaranîna ne zagonî ya avê were qeydkirin, û her wiha hejmarek binpêkirin hatin belgekirin û dê li gorî rêziknameyan kirdariyên yasayî werin girtin. Û gerenîndeyê banga hevkariyê li gel kir û got “bi hev re, em mafê her kesî yê avê biparêzin” û tekez kir ku hişyarkirina giştî xeta yekem a parastinê li dijî xerckirina avê ye.