Îro gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê termê serokê şoreşa rojava bakur û rojhilatê Sûriyeyê Nûredîn Sofî li goristana Şehîd Delîl Saruxan li bajarê Qamişlo spartin axê.
Di merasîmê veşartinê de, şandek ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê, rêberên hêzên Sûrya demokratîk, li gel hezarên şêneyên ji bajar û bajarokên cuda yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di nav wan de hevserokên eşîran, kesayetên olî û rewşenbîr, her wiha hevserokên saziyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, beşdar bûn.