Îro, navenda çand û hunerê ya li Hesekê konferansek ji bo pêkhateyên herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê lidarxist. Konferansê gelek kesayetên siyasî û civakî anî cem hev, mîna nûnerên Rêveberiya Xweser a demokratîk, hêzên sûriya demokratîk, encûmena Sûriya demokratîk, deste û encûmenên jinan û kesayetiyên ji pêkhateyên netewkarî û olî yên herêmê.Konferensê di hemû destwerdanên xwe de tekez kir ku yekîtiya neteweyî û prensîba hevkariyê stûnên bingehîn ên avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan bêyî cudakirin an jî dûrxistinê garantî dike.
Her wiha Vîvyan Beho Osê, hevseroka Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê, got pêwîst e diyaloga neteweyî wekî rêbazek ji bo çareserkirina nakokiyan were pejirandin û destûrek nû were nivîsandin ku cihêrengiya çandî û zimanî ya welêt nîşan bide, wekheviya zayendî ya tevahî garantî bike û mafên kêmneteweyan biparêze.Û behsa pirsgirêkên ewlehî, siyasî û aborî yên ku Sûriye pê re rû bi rû ye kir, berxwedana gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li hember van pirsgirêkan û rola wan di parastina nirxên azadî û dadperwerî de pesn da.
Di axaftinan de hate tekez kirin ku projeya rêveberiya xweser modelek pratîkî ji bo jiyana hevbeş û pêşxistina azadiyê nîşan dike, nemaze bi rêya piştgirîkirina beşdariya çalak a jinan di jiyana siyasî û civakî de.
Di dawiyê de, konferansê banga yekkirîna rêzan di navbera hemû civakên Sûryayê de kir.Wan tekez kir ku qonaxa heyî wekî gaveke bingehîn ber bi avakirina Sûriyeyeke nû, azad û demokratîk ve ku hêjayî qurbaniya giyanê şehîdan û têkoşîna gel be.