Şaredariya gel a bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cezîrê, piştî ku di demên dawî de ji ber têkçûneke teknîkî ya ku bû sedema rawestandina pombekirina avê, karê sererastkirin û nûjenkirina bîra li gundê Tilîlon bi dawî kir.Ev kar wekî beşek ji plana şaredariyê ye, ji bo misogerkirina dabînkirina berdewam a ava vexwarinê, nemaze li gundên ku bi giranî çavkaniya xwe ya sereke bi bîrên herêmê ve girê dide.
Kar sererastkirinê xerakirinên teknîkî û ewlekarina alavên xebatê yên pêwîst di nava xwe de girt da ku vegera bîrê ya bi bandor û aram bo xebatê misoger bike.