Îro Duşem şandek ji Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê ku ji Fewaz Çolî, Aslan Kizlehan, Fewaz Eyo, Silêman Cafer, kela Cafer û endamên Yekîtiyê Sûryayê yên li Rojava û Ewropayê Ziyad Ristem, Elyas Seydo û Yara Heseko pêk dihat, serdana baregeha Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê li Qamişlo kir. Ev serdan bi boneya salvegera 11’emîn a komkûjiya Şengalê ji aliyê rêxistina “DAIŞ” ve ku di 3ê Tebaxa 2014 an de pêk hat û di encamê de bi hezarên Êzîdî hatin kûştin, revandin û koçberkirin.Şand ji aliyê hevserokên Encûmena Cîbcîkar li Kantona Cezîrê bi nûnertiya Birêz Hesen Şero û xanim Vîvyan Beho Osê, cîgirê serokatiyê Birêz Mihemed el_Beral û şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Cezîrê Xanim Şehnaz ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê û rola wê di piştgiriya pirsgirêkên Êzîdiyan û parastina mafên wan de li hundir û derveyî welat hate nirxandin. Her wiha her du aliyan li ser girîngiya xurtkirina prensîba jiyana hevbeş di navbera komên olî û etnîkî yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û xurtkirina çalakiyên hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkan gûftûgo kirin.
Beşdaran girîngiya avakirina mezargeheke Êzîdiyan li Cezîrê wekî sembola aştî û hevgirtinê û rêzgirtinek ji bo qurbaniyên komkûjî û binpêkirinên li dijî vê civakê, bi taybetî jî tiştên ku di sala 2014an de li Şingalê qewimîn, tekez kirin.
Endamên şandeyê spasî û teqdîra xwe ji bo Rêveberiya Xweser diyar kirin, ku di peymana xwe ya civakî ya nû de, ola Êzîdî wekî oleke serbixwe ligel olên din nas kir. Ev yek wekî gaveke girîng ber bi damezrandina prensîbên dad û wekheviya olî ve tê.
Serdan bi tekez li ser pêwîstiya berdewamiya xebata hevbeş û hevrêziyê di navbera Yekîtî û saziyên peywendîdar de ji bo misogerkirina parastina mafên olî û çandî yên Êzîdiyan bi dawî bû.