Îro Yekşem di çalakiyekê de li gundê Dugirê yê nêzîkî bajarê Amûdê, salvegera 11’emîn a komkûjiya Şengalê ya ji aliyê DAIŞ ê ve hat lidarxistin, bi amadebûna du şandên fermî yên Rêveberiya Xweser, yek ji Kantona Cezîrê bi serokatiya Birêz Hesen Şero û Xanim Vîvyan Beho Osê û ya din ji Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi serokatiya Birêz Husên Osman û Xanim Evîn Siwêd li gel hejmarek serokên eşîran, kesayetên olî û bi dehan Êzîdî û nûnerên din ên herêmê hate lidarxistin.
Çalakî bi xulekek bê dengî ji bo rêzgirtina giyanê şehîdan dest pê kir.
piştre axaftin ji aliyê komîteya amadekar ve hatin kirin, ku danîna kevirê bingehîn ji bo projeya avakirina “Perestgeha Êzîdiyan”, ragihandin.
Hevserok Hisên Osman gotarek li ser navê Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir, 3’ê Tebaxê ya li ser Êzîdiyan bi bîr xist, û li ser girîngiya parastina bîranîna vê komkûjiyê tekez kir û avakirina perestgehê wekî sembolîk çandî û şaritanî ya civaka Êzîdî pesn da.
Her wiha li ser navê malbatên şehîdan û yekîtiya êzîdiyên suriyê axaftin hatin kirin û hevgirtin û piştgiriya berdewam ji bo doza Êzidiyan hat nîşandan.