Beşa Xizmetiyê ya Şaredariya Gel a li Til Temir, bi rêya tîmên xwe yên paqijiyê, karê xwe yê rojane vekirin û rakirina karîzan li kolan, komîn û gundan, bi karanîna makîneyên “moşek” û “JCB”, bi xebatek rêk û pêk her sibe li gelek deveran didomîne.
Ev xebat bi armanca kêmkirina astengiyan û misogerkirina herikîna avê bi awayekî xwezayî, ku dê bandorek erênî li ser tendrustî û ewlehiya jîngehê li herêmê bike.