Wekî beşek ji planeke perwerdehî û civakî ya berfireh ku arman dike pêvajoya perwerdehiyê pêş bixe, têkiliyên malbatan bi saziyan re baştir bike û giyanê hevkariyê di nava civakê de xurtir bike,mamosteyên desteya Perwerde û fêrkirinê li Kantona Cezîrê, beşdarbûna xwe ya bi rêk û pêk li komînan didomîne.
Mamoste erkên xwe bi awayekî lihevhatî li gorî pêdiviyên her komîn pêk tînin, bi berçavgirtina belavkirina erdnîgarî ya wekhev a personelên perwerdehiyê.
Di vê çarçoveyê de, mamoste ji bilî beşdarbûna di çalakiyên din ên rêxistinî de, bi taybetî qeydkirina kaxezan ji bo belavkirina kartên sotemeniyê yên zivistanê, beşdarî pêkanîna kampanyayên paqijiyê li tax û gundan dibin, ku rola wan a çalak di jiyana rojane ya komînan de nîşan dide.
Desteya Perwerdehiyê tekez kir ku ev hewildan ji bo avakirina civakek hevgirtî û perwerdekirî ku tê de rola perwerdehî bi rolên civakî û xizmetî re yekgirtî.