Ji bo nûjenkirina binesaziya bajêr û rêyên li bajêr, ku beşdarî hêsankirina çûn û hatina trafîkê û baştirkirina xizmeta giştî dibin. Şaredariya gel a bajarê Hesekê projeya xwe ya qîrkirina kolanên zirardar di nav bajêr de bi piştgiriya raste rast a Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê didomîne.
Di vê çarçoveyê de, xebata qîrê li taxa Giwêran bi taybetî li Kolana (el_heyaya)ku li rojavayê kolana 60 emîn û bakurê qada el_cindî a nenase, berdewam kir li wir kevirê şikestî hate belavkirin, heybera MCO hate rijandin û dûv re qîr bi karanîna makîneyên endizyariyên û persolên teknîkî hate belavkirin.
Di daxuyaniyeke kurt de, Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê piştrast kir ku”piştgiriya projeyên xizmetiyê li bajar û bajarokên cûr bi cûr berdewam e, û em dixebitin ku pêdiviyên pêwîst peyda bikin û bandora bersivê bidin pêwîstiyên gel.






