Di dema dawî de hin rûpelan nûçeyên derew li ser belavbûna nexweşiyeke bektîriya zirardar li gola Bendava Mizgeft a li bajarokê Tirbespiyê belav kirine.
Ev nûçe di nav niştecih û masîgirên herêmê de bûye sedema metirsî û qerbalixê,di çarçoveya pabendbûna komîteya kopratîvat li encûmena aborî û çandiniyê li Kantona Cezîrê li ser ewlehiya giştî, komîteyek teknîkî ya taybet ji “encûmena aborî û çandiniyê ya Tirbespiyê, beşa Çavkaniya avê, başa samana lawiran,komîteya kopratîvat, desteya jîngehê, komîteya çandiniyê û Samana lawiran li Tirbespiyê û komîteya kopratîvat li Qamişlo” lêkolînên berfireh li ser cihê bendavê kir. Û eşkere kir ku encama teftîşê bi tevahî normal bû, tu nîşanê nexweşiya baktîriyê derneketin.
Komîte piştrast dike ku ew ê çavdêriya xwe ya bi rêk û pêk a rewşa bendavê û û stokên masiyan berdewam bike da Ku tendrustiya gel û ewlehiya çavdêriya jîngehê yên herêmê misoger bike û ji gel dixwaze bi gotgotan bandor nebin û tenê xwe bispêrin agahiyên ku ji hêla rayedarên fermî yên têkildar ve hatine dayin.