Ji bo baştirkirina rewşa rêyan û hêsankirina çûn û hatina trafîkê, Şaredariya gel a Çil Axa projeya xwe ya qîrkirina rêyan li taxên navçeyê didomîne.
Proje rêyên herî zêde zirar dîtî, bi taybetî yên ku xizmetê didin tesîsên girîng ên wekî dibistan, mizgeft û salonên cenazeyan di nav xwe de girt.
Her wiha bi armanca baştirkirina kalîteya rêyan û hêsankirina tevgerê di nav taxan de, li gelek deveran hejmarek xebatên nûjenkirin û tamîrkirinê hatin kirin.