Ji bo pêşxistina xizmetiyan û rêxistina tevgera bazirganî û trafîkê, şaredariya gel li Dirbêsiyê li Kantona Cezîrê li ser rêya rojhilatê rûberek nû ava dike. Ev yek ji bo avakirina bazarek giştî ku xizmeta niştecihê bajêr û gundewariyên wê bike.Bazara nû dê beşên ji bo firotina kelûpelên bikarhatî, sebze, xwarin, pêdiviyên rojane di nava xwe de biger. Û bi armanca sivikirina qerebalixê û hêsankirina bazarê û deverên derdorê beşek ji vê deverê dê wekî rawestgehek giştî ji bo otrombîl û bisîkeltan jî were destnîşankirin.
Tîmên teknîk dest bi paqijkirina erdê kirine, û cihên firoşgeh û rawestgehan dê di demeke nêz de werin destnîşankirin.
Navê bazarê û roja vekirina fermî dê piştî temamkirina amadekariyan werin ragihandin.