Bi armanca misogerkirina pabendbûna rêziknameyan, Şaredariya gel a bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cezîrê di heftiya borî de kampanyayên xwe yên vekolînê li bazar û hejmarek gundên girêdayî şaredariyê berdewam kir, û pişgrast kir ku ew ê plana çavdêriyê bidomîne û pabendnebûna xwe ya ji bo girtina tedbîrên pêwîst li dijî binpêkaran bigirin, hem di dema gerê de û hem jî di bersiva giliyên gel de.
Encamên sereke yên geran:
- 6 binpêkirinên têkildarî firotina heyberên ku dema wan derbasbûye.
- Du binpêkirin li dijî firoşgehên bazirganî ji ber ne pêşkêşkirina jimarnameyên rêxisrinkirî.
- Binpêkirinek ji ber nezelalkirina bihayan hat tomarkirin.
Tedbîrên hatine girtin:
1•Heft hişyarî dan xwediyên nanpêjxaneyan û sotemeniyê ji ber nepabendbûna wan bi giştîkirina hejmar/5/
- Ji bo misogerkirina rastbûna pîvanan, şeş sotemenî hatin kalibrkirin û hevrêzkirin.
3•Heyberên ku dema wan derbas bûye, ku di dema gerê de hate desteserkirin hatin avêtin.