Di 17 Tîrmehê de, rêveberiya giştî ya trafîkê ya Kantona Cezîrê ji bo gûftûgokirina çend mijarên têkildarî rewşa trafîkê li Kantonê civînek bi beşdariya gelek berpirsên rêveberî û ewlehiyê, di nav wan de hevserokê hevbeş yê desteya hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûryayê Elî Heco, hevserokê desteya hundirîn a Kantona Cezîrê Şêrwan Mihemed û fermandariya giştî ya hêzên ewlekariya hundirîn hate lidarxistin.Civîn li ser rêbazên baştirkirina performansa personelên trafîkê û baştirkirina karê wan ji bo pêkanîna pêdiviyên civakê sekinî. Civîn her wiha bal kişand ser zehmetî û pirsgirêkên herî girîng ên ku personelên trafîkê di warê de pê re rû bi rû dimînin.
Di civînê de, Elî Haco û Şêrwan Mihemed tekezî li ser girîngiya dispilîn û berpirsyariyê di Kar de kirin. Û tekez kirin ku baştirkirina performansa trafîkê stûneke bingehîne di zêdekirina rêkûpêkî û ewlehiya li ser riyan e.
Civîn bi beşdariya endamên trafîkê ji bajar û bajarokên cuda yên Kantona Cezîrê beşdariyeke çalak tê dîtin, û gelek ji pêşinyarên watedar hatin pêşkêş kirin.