Bi armanca parastin torê û misogerkirina belavkirina avê li gorî rêziknameyên diyarkirî, gerenîndeya avê ya şaredariya gel li Girgê Legê hewlên xwe yên ji bo baştirkirina rewşa avê li gundê xwe(Kerziyarat Çolî)li ser xeta ava vexwarinê didomîne.
Da ku av bi awayekî dadperwer bigihîje hemû malên gund, rakirina hemû astengiyan li ser xeta sereke di nava xwe de digirt. Bi vî awayî gerenîndeya avê biryarên binpêkirinê li dijî malên ku dest danîne ser xetên avê derxist.