Di 4ê Hezîrana 2025an de, komîteyê deh navend vekirin ku li seranserê bajarên Kantonê belav bûne da ku genim ji cotkaran werbigirin. Piştî tijî bûnê çend navend hatin girtin, lê operasyon bi awayekî bênavber li gorî komîteyê berdewam kir û gelek cotkar razî kirin.
Komîteyê ji ofîsa ragihandinê re ragihand, ku tevahî mîqdara genimê ku di vê heyvê de hatiye wergirtin gihaştiye 128,000 ton.
Komîteya Sîlos û Aş a girêdayî encûmena aborî û çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê, îro ragihand ku navendên wergirtina genim piştî temambûna pêvajoya dabîbkirina ji cotkaran, têne girtin.
Di heman demê de, ofîsa dirav û dayinan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya mekanîzmeyeke rêxistinkirî de ji bo misogerkirina wergirtinê di dema guncaw, roja sêşemê 5 tîrmeha 2025an dest bi derxistina jimarnameyên genim kir.