Wekî beşek ji bernameyek hevbeş di navbera Encûmena Cîbcîkar û Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cezîrê û bi hevkariya bernameya FURATIII, ji bo baştirkirina karîgeriya binesaziya xizmetiyê û zêdekirina amadebûna makanîzmeyên şaredariyê, çêkirina makanîzmeyên şaredariya Cezîrê berdewam dikin.
Projeya ku di 21ê Hezîrana 2024an de dest pê kir, dê heta 16ê Mijdara 2025an berdewam bike. Nûvekirina heftane ya herî dawî ev tişt dihewîne:
1_Di çarçoveya bernameya taybet li xanên Qamişlo û Hesekê bicîhanîn du komxebatên perwerdeyê yên nû, bi vî awayî hejmara giştî ya komxebtên ki hetan niha hatine lidarxistin dighêje 79 an.
2- Piştgiriya karwana agirkûjiyê ya ku ber bi çiyayên peravê ve diçe, bi atolyeyeke mekanîkî ya mobîl ku ji du teknîsyenan û otromobêleke tijî amûran pêk tê, bi hevahengiya projeya agirkûjiyê ya li Cezîrê.
3_Tamîrkirina hejmarek makîneyên vê hefteyê, di nav wan de: du kamyonên barhilgir, du kamyonên zirxî û terektorek.
Hejmara makanîzmeyên ku heta niha ji tamînkirinê derbas bûne gihaştiye 157an, li ser çend cureyên xizmetiyê hatine belavkirina û ev yek %26.16ê ji tevahî hejmara makanîzmeyên li şaredariya Kantonê pêk tîne, ku ev yek pêşketinek berbiçav di baştirkirina amadebûna filoya xizmetiyê ya herêmê nîşan dide.






