Li ser giliyên gel ên li ser kêmbûna kalîteya nan û kêmbûna giraniyê wê, Komîteya nanpêjxaneyan û komîteya pîşesaziyê li Kantona Cezîrê, bi hevkariya beşa parastina çepre û kamîteya aborî ya li bajarê Qamişlo û bi beşdariya komîteya sotemeniyê serdanek vekolînê ya hevbeş a nanpêjxaneyên bi rêje û taybet (geşteyar) pêk anîn.
Rayedarên pêwendîdar piştrast kir ku armanca vê gerê hilberîna nanê bi kalîtetir.
Di gerê de gelek binpêkirin hebûn, û li dijî nanpêjxaneyên ku rêzikmameyan bicîh ne anîne tedbîrên yasayî hatin girtin.
Her wiha di serdanê de şopandina belavkirina heybera mazotê li ser nanpêjxaneyan, û tekezkirina misogerkirina pabendbûnê bi mîqdarên diyarkirî, û belgekirina nanpêjxaneyên ku rojane xebata xwe rawestandin jî hebû.
Kampane niha li bajarê Qamoşlo berdewam dike, û plan heye ku paşê ber bi bajarê Hesekê ve were berfirehkirin.