Ji bo kontrolkirina binpêkirinan û misogerkirina pabendbûnê bi zagonên rêveberî, Beşa dabînkirin û parastinê a Şaredariya Gel li Girgê Legê, bi hevkariya komîteya jeneratoran, gereke çavdêriyê ya benzînxane û jênatoran li nav bajêr pêk anî.
Di dema gerê de, hişyariyên niviskî ji hejmarek rawestgeh û jênatoran re hatin dayin, ku tê de tekezî li ser pabendbûna bi zagona parastina jênatoran û qedexekirina firotina sotemeniyê bi bihaya zêde, destwerdana mekanîzmaya belavkirinê û pîvanan, an firotina mîqdarên ku ji bo belavkirinê hatine veqetandin ji bazirganên bazarê re.
Rayedarên têkildar tekez kirin ku nepabendbûn dê binpêkirinan bi berpirsiyariya zagonî re rû bi rû bihêle û li gorî zagonên derbasdar cezayan werbigire.