Di çarçoveya hewildanên şaredariyê ji bo pêşxistina hevkariyê, hevserokên hevbeş ên şaredariya Qamişlo bi serokatiya Zanîngeha Rojava û hejmarek akadmî û xwendekaran re, bi amadebûna cîgirê serok û rêveberên gerenîndeya avê, hevdîtinek li dar xist.
Di hevdîtinê de rewşa xizmetiyên avê li bajêr û rênazê pêşxistina wan bi rêya pisporiya akademîk û jêhatiyên ciwanan ji bo pêşinyarkirina çareseriyên domdar gûftûgo kirin.
Şaredariya Qamişlo girîngiya hevkariya bi saziyên akademîk re ji bo avakirina modelek xizmetiyê ya li ser bingeha zanînê ku pêdiviyên civakê nîşan dide, tekez kir.
Ji aliyê xwe ve, Zanîngeha Rojava amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina piştgiriya zanistî ji bo projeyên xizmetî û pêşkeftinê li bajêr anî ziman.