Bi boneya salvegera 11emîn a damezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn _ jinan, Desteya Hundirîn a Kantona Cezîrê li navenda jinan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşwziya şandek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cezîrê, Kordînasyona Jinan û Desteya Çandê ya Kantonê kir.
Li wir şandê spasiya xwe ji bo hewildanên hêzê û rola wê di parastina civakê de, nemaze di warê piştgirîkirin û hêzkirina jinan de, anî ziman.
Desteya hundirîn piştgiriya xwe ya berdewam ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn _jinan piştrast kir û wan wekî pêkhateyeke girîng a parastina ewlehî û aramiyê bi nav kir.
Di dawiya serdanê de, şandeyê diyariyek sembolîk ji bo teqdîrkirina hewildanên endaman û rola wan di çandina nirxên parastin û berpirsiyariyê de pêşkêş kir.