Ev gav wekî beşek ji hewildanên berdewam e, ji bo baştirkirina şert û mercên xizmetiyê û jîngehê li yek ji cihên herî girîng û kevin ên bajêr tê.
Sibeha îro şaredariya Qamişlo bi beşdariyeke çalak a hemû ofîsên xwe, û bi hevkariya encûmena bajarê Qamişlo, li bazara bajêr kampaneyek paqijiyê ya berfireh da destpêkirin.
Ev kampanya beşek ji rêze destpêşxêriyê ku armanc dikin pêşxistina têgeha xebata hevkariyê di navbera dabînkerên xizmetiyê û gelan de û çandina çandeke paqijiya giştî ye.
Şaredariya Qamişlo spasiyê xwe ji hemû kesên ku beşdarî vê kampaneyê bûne kir, û tekez kir ku parastina paqijiya bajêr ne tenê bi kampaneyan ve sînordar e, bang li hemî gelan kir ku ji bo çanda bajêr biparêzin.