Îro sibeha hevserokên hevbeş û Ofîsa jinan a Desteya hundirîn bi beşdariya rêveberên hêzên ewlekariya hundirîn (jin), rêveberiya trafîkê û hejmarek endamên jin ên rêveber û meydanên girêdayî desteyê civîna xwe ya nîv_salane li hola desteya Perwerde û fêrkirinê ya bajarê Qamişlo li dar xist.
Di civînê de li ser gelek mijaran axivîn, bi taybetî rewşa siyasî û rêziknameyî, û her wiha pirsgirêkên ku jinên di saziyên ewlehiyê de dixebitin pê re rû bi rû dimînin, giftûgo kirin.
Her wiha pêşinyar ji bo baştirkirina pêşveçûna kar û pêşveçûna rola jinan di vî warî de pêşkêş kirin.
Encamên sereke yên civînê:
1_Tekezî li ser pêwîstiya parastina şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûryayê bikin.
2_Hêzkirina jinan di warê siyasî û ragihandinî û xurtkirina rola wan a pêşengiyê di civakê de.
3_Rûbirûbûna hemû şêweyên şer bi taybet ê ku jina armanca dike.
4_Balkişandina ser rêxistina astên perwerdeyê yên taybet û giştî ji bo bilindkirina hişmendiyê.
- Piştgiriya projeyên aborî yên jinan, wekî beşek ji kampanyayên hişyariyê ji bo kêmkirina diyardeya bikaranîna madeyên hişber û bazirganiya di navbera jinan de.
- Rûbirûbûna bi zîhniyeta mêran û xuyangên cudakariyê.
- Teşwîqkirina hişyariya civakê û ragihandina her çalakiyek gumanbar ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê.
Di dawiya civînê de, tekezî li ser girîngiya xebatê li gorî binema rêveberiya xweser û azadiya jinan hate kirin. Û banga pêşxistina zagonên têkildarî malbatê û têkoşîna li dijî tundiya civakî, digel zêdekirina hişmendiyê, wekî madeyên hişber, fort da malperan û sûcên tundiyê, hate kirin da ku hawîrdorek ewle were peyda kirin ku jin bikaribin rolên xwe bi bandor û bi domdarî di warên cûda yên kar de pêk bînin.