Hevserokên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Cezîrê, bi hevkariya Komîteya Sîlo û Aş, gera vekolînê ya sîloyên Til Hecer û Sebah el-Xêr li bajarê Hesekê, ku genim ji cotkarên herêmê werdigirin, pêk anîn.Di dema gerê de, têpînî û giliyên cotkar û karkerên li navendên wergirtinê guhdar kir, û bal kişand ser girîngtirîn zehmetiyên têkildarî operasyonên wergirtin û bazarkirinê. Ji bo derbaskirina van zehmetiyan û hêsankirina kirdariyan, rêze pêşniyar pêşkêşkirin.
Desteyê her wiha berdewamiya wergirtina berheman li sîloyan nirxand û bi cotkaran re li ser rêbazên lezandina pêvajoya bazarkirinê û bidestxistina dadperweriyê di nirxandina kalîteya genim de nîqaş kir.
Desteya Aborî û Çandiniyê berdewamiya serdanên çavdêriya li navendên cuda ên wergirtina genim di nav Kantonê de piştrast kir, û pabendbûna xwe ya piştgiriya mafê cotkaran tekez kir, bi vî rengî aramiya çandiniyê û ewlehiya xwarinê li herêmê zêde dike.