Di çarçoveya berdewamiya wergirtina genim de, Encûmen û Desteya Kantona Cezîrê di 18′ Hezêranê de serdan li hejmarek navendên kirînê li seranserê Kantonê kirin.Di gerê de hevserokên Encumen û Desteyê, Komîteya Sîlos û Aşan li Qamişlo beşdar bûn.
Wan bi awayekî rasterast li kar nerî û nerînên Karker û cotkaran li ser zehmetiyên ku ew di dema pêvajoya radestkirinê de dimînin gotin. Û tekezî li ser pêwîstiya hêsankirina kirdariyan li pêşiya cotkaran kir, û lezandina xebatê ji bo destnîşankirina pileya genim û kalîteya wê li gorî standardên pejirandî hate kirin.Her wiha komek rêbernameyên teknîkî û rêveberî ji karmendên navendê re hatin gotin, da ku sedema astengkirina pêvajoyê kêm bikin.
Di daxuyaniyekê de, Endezyar Mazlûm Hesen, Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê, tekez kir ku “armanca gerê ew e ku bi awayekî zelal pêvajoya wergirtina berheman bişopîne û guh bide çavdêriyên zeviyê da ku mekanîzmayek yeksankirî peyda bike ku mafên cotkaran biparêze û kalîteya berheman di ronahiya pirsgirêkên heyî de misoger bike.”