Ev gav wek bersivek ji bo bangên dubare yên gelan ên derbarê xirabûna rewşa hin riyan de tê
Beşa teknîkî ya Şaredariya Gel a Til Temirê di çarçoveya hewildanên berdewam ên ji bo nûjenkirin û qîrkirina kolanên sereke û kêlekên bajêr de, kampanyaya qîrkirinê didomîne.Komîna Ş. Demhat jî di nav xwe de girt, kampanye berdewam dike ku tax û deverên din jî di nav xwe de bigire.
Armanca vê kampaneyê:
1_Çêtirkirina riyan ji bo ajokeran û dabînkirina ewlehiya rê û kêmkirina qezayan.
2- Hêsankirina çûn û hatina trafîkê û kêmkirina cîtengbûna li ser kolanan.
3- Baştirkirina binesaziyê bi bilindkirina kalîteya riyan.