Di çarçoveya parastina qadên kesk û baştirkirina xuyanga wan, karkerên Beşa Jîngehê ya Şaredariya Gel a bajarê Çil Axa karê xwe yê rojane li gulîstan û zeviyên navîn didomînin. Karê wan çandina axê, rakirina giyayên kevin, birîna daran û avdana wan e.