Di bin dirûşmeya “Bi rengê Rojava, em taybetmendiyên nasnameya xwe nigar dikin, û di bin çavdêriya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, û bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cezîrê û bi beşdariya 68 hunermendên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryayê, îro li bajarê Qamişlo li Navenda çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Çapa nehan a pêşangeha Hunerên bedew hate vekirin.
Hate bîranîn ku pêşangeh sê rojan berdewame bike.