Bi armanca baştirkirina ragirhandinê bi gelan re û wergirtina rexne û pêşinyarê wan,û dabînkirina xizmetê ku dibe sedema baştirkirina bejarkirina giştî. Şaredariya Gel a bajarê Girgê Legê qaseyan li xalên serek yên bajêr datîne di nav de destpêka kolana şaredariyê û kolana bijîşkan.
Armanca projeyê ev e:
- Gel bikaribin bi hêsanî nêrîn û giliyên xwe ragihînin.
- Pirsgirêkan bişopînin û çareseriyan pêşniyar bikin ji bo baştirkirina xizmetên giştî.
- Baweriya hevbeş di navbera şaredarî û civakê de xurt bikin.
- Daneyên rast li ser pêdiviyên gelan berhev bikin da ku piştgiriyê bidin biryargirtina guncaw.
Şaredariyê komîteyek pispor ava kiriye da ku qasan veke gilî û pêşniyaran bişopîne û bi bandor wan çareser bike. Ev gaveke girîng e ji bo bilindkirina dengê gelan û beşdarbûna di pêşveçûna bajêr de.