Di bin serpereştiya Desteya Çandê ya Kantona Cezîrê de komeleya çandî ya suryaniyan li Sûriyê 110 saliya komkûjiya El_Sêfo ya ku di sala 1915an de ji aliyê impratoriya Osmanî ve li dijî gelê suryanan pêk hat li taxa El_Nesra ya bajarê Hesekê, bi bîr anî.Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kantona Cezîrê û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên olî û çandî yên ji pêkhateyên herêmê beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de şanoyek bi navê “Nameyek ji Şehîdekî” jî hebû, ku tê de dîmenên ji komkûjiyê ronî dikir û êşa gelê Suryanî dida.
Di dawiya bernameyê de, meşek ji Komeleya Çandî ya Suryanî ber bi qada Şehîd Esro ve dest pê kir, beşdaran ji bo bîranîna qurbaniyan rahiştin mûma.