Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Kantona Cezîrê bi beşdariya şandek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cezîrê û nûnerên Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûryayê bawernameyên dibistanê li xwendekarên dibistanên Rêveberiya Xweser belav kir.
Serdana çend dibistanên seretayî û navîn ên bajarê Qamişlo pêk anîn û bawername di atmosfereke şahî li xwendekaran hatin belavkirin.






