Rêveberiya avê ya Şaredariya gel li bajarê Tirbe Spiyê rêze projeyên meydanî û xizmetî pêk aniye di nav wan de:
- Gerên çavdêriyê ji bo kontrolkirina xerckirina avê bûn sedema şeş binpêkirinan û dayîna hişyariyan.
- Gerên çavdêriyê li ser hemû bîran, û hat xwiyakirin hemû di xizmetê de ne ji bilî bîra komîna Ş. Yûsif
- vekolîna amûrên temîzkirinê û ji bo ewlehiya wê bi klorê hatin dagirtin.
- Li taxa El_Qadisiyê, El Golan û El sewra ji ber gelek xerabûyan çêkirina bîran hat kirin.
- Çêkirina xetên avê li çend tax û komîn:Ş. Lewend Ş. Welat Ş. Taxa Tişrîn Navenda Bazar û Taxa El_Cîhad.
- Betalkirina xeta avê ya li ser riya El_ Şelhûmiya piştî çêkirina xeta avê ya li rex wê.
- Ji ber qutbûna elektrîkê li hin deveran , jenerator heft demjimêr di rojê de dixebitin.
Ev xebat beşek ji baştirkirina binesaziya avê û misogerkirina xizmeteke stabîl ji bo gelan e.