Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 4ê vê mehê de deh navend ji bo wergirtina berhemên genim vekirin. Ev navend li gorî cihên cotkaran û erdnîgariyê hatine belavkirin, bi armanca hêsankirin û lezandina pêvajoya radestkirinê.Komîteya Sîlos û aş ya Encûmena Aborî û çandiyê ya Kantona Cezîrê ragihand ku heta 12 Hezîrana 2025 bi riya navendên dabînkirinê yê li seranserê Kantonê belav bûne nêzîkî 24,000 ton genim wergirtiye.
Di çarçoveya plana piştgiriya sektora çandiniyê û teşwîqkirina cotkaran ji bo radestkirin berhemên xwe duh çarşem desteyê ragihand ku nirxê kîloyek genim bi 42 sintên Emêrîkî destnîşan bike.