Komîteya sîlos û aş bi hevkariya Encûmenan aborî û çandiniyê li Kantona Cezîrê deh navendên nû ji bo wergirtina genim ji cotkaran re vekir.Ev navend li seranserê bajarên Kantonê belav bûne, bi armanca rêkxistin û lezandina pêvajoya dabînkirinê.
Navendên ku hatine vekirin ev in:
- Silosên Dêrikê
- Silosê Birûj
- Silosê Kerziyarat
- Silosên Tirbe Spiyê
- Silosên Til Mehrûf
- Silosên Qamişlo
- Silosên Amûdê
- Silosên Hetîn
- Silosê Hesekê
- Silosên Sebah El_xêr
Rayedarên peywendîdar bang li hemû cotkaran kirin ku serdana navend û yekîneyên pêşdarî li herêmên xwe ji bo berdewamkirina kirdariyên pêwîst û dabînkirina berhema genim ji navendên pejrandî re temam bikin.