Di çarçoveya rêze çalakiyan de ku ji aliyê Desteya Jîngehê li Kantona Cizîrê ve, bi boneya roja cîhanî ya jîngehê, û di çarçoveya bihêzkirina karê komînal û bi armanca beşdariya civakê di vejandina çalakiyên jîngehî de, Desteya Jîngehê li Kantona Cizîrê bi boneya roja cîhanî ya jîngehê, çalakiyek civakî lidar xist.
Di çalakiyê de bi şêniyên Komîna Şehîd Sebrî ya taxa Hilêliyê ya li Bajarê Qamişlo re xebatên hawirdorê yên hevpar hatin lidarxistin. Di çalakiyê de şêniyên taxê beşdar bûn û Şîrketa Zagros a ku makîne û axa çandiniyê jî piştgirî da çalakiyê.
Çalakî di nav de veguherandina deverek zevî bo zeviyek çandiniyê, di nav de rakirina bermahiyên avakirinê û çopê, belavkirina axa çandiniyê, kolandin, û çandina cûrbecûr dar û nebatan.
Di çalakiyê de şêniyên komînê tevlî bûn, hevserokên Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê,Hêzên Parastina Jîngehê Li Cizîrê endamên desteyê û Şitilgeha Şehîd Barîn û Rêveberiya Jîngehê ya bajarê Qamişlo.