Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser bingeha nûçeyên têkildarî kêmbûna buhayê nirxê sotemeniyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, zelal kir ku buhayên sotemeniyê wekî xwe ye û ne hatiye guhartin .
Nirxê sotemeniyê bi dolar ve li hember lîreya Sûrî ve girêdayî ye. Dema ku rêjeya
dolar li hember lîreya Sûrî bilind dibe, biha bilind dibe, û dema ku rêjeya dolar li hember lîreya Sûrî dadikeve, biha dadikeve.
Nirxên sotemeniyê yên ku bi lîreya Sûrî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine sabîtkirin wiha ne:
Nirxê mazota germkirinê 1000 lîre (SADCO) + Qezenca kaziyê 50 lîre ye.
Mazota azad: 5500 lîre (SADCO) + Qezenca kaziyê 150 lîre ye
Nirxê mazotê ji bo saziyan 3000 lîre (SADCO) + Qezenca kaziyê 50 lîre ye