Desteya Kontrolê ya Şaredariya Gel bi hevkariya Komîteya Tendrustiyê ji bo parastina tendrustiya gelan gera xwe li hejmararek dermanxaneyên bajarokê Çil Axa pêk anî û tê de dermanên ku dema wan derbas bûyî desteserkirin.
Di vê derbarê de beşa dabînkirinê ya Şaredariya Gel gera tefrîşê li firoşgehên gundan pêk tîne, ku tê de heyberên ku dema wan derbas bûye dîtin û binpêkirin li ser xwediyên firoşgehan hatin kirin, û heyberên xerabûyî hatin desteserkirin û hatin avêtin.
Piştî bilindbûna pileya germahiyê li bajarê Til Temir û belavkirina kêzikên ku nexweşiyan vedughêzin weke nexweşiya El_Leşmanya Şaredariya gel di çarçoveya xebatên pêşlêgirtinê yên ji bo tendrustiya gel kampaney xwe ya rijandinê hem kêzikên “mij” û hem jî “spî”didomîne.
Kampane ji berî 20 rojan berdewame û di nava xwe de Komîn û gundê girêdayî bajêr digre.