Civîneke mehane ya heyva Gulana 2025 an de ku encûmenê pêk anî, hevserokên hevbeş, serokên deste û ofîsan, cîgirê wan û hevserokên hevbeş ên encûmena girêdayî amade bûn.
Civîn bi xulekek rêzgirtinê dest pê kir.
Encûmena Cîbicîkar a Koantona Cezîrê gelek ji encam û pêşinyar bi mebesta baştirkirina kalîteya kar û pêşxistina xizmetiyê pêşkêşî welatiyan kir.
Ya herî girîng dispilînkirina atolyeyên perwerdehiyê yên pispor, pêşxistina mekanîzmeyên pratîkî ji bo Cîbcîkirina bûdceya darayî, û şopandin cîbcîkrina projeyên plankirî ji bo xizmeta berjewendiya giştî.
Di civîna mehane de ku bi awayekî rêkûpêk tê lidarxistin, amadebûyan li ser pêşkeftina kar û pêdaçûna giştî û planên paşerojê yên sala niha gotûbêj kirin.
piştre rapora siyasî hate pêşkêşkirin û pêşketinên herêmî û navdewletî û encamên wan li ser rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê harin nirxandin. Her wiha pirsgirêkên rêveberî û rêxistinî yên li pêşiya encûmenan û ji çareserkirina wan jî çareseriyên pratîk hatin pêşiniyarkirin.
Deste û ofîsan rapor bi hûrgilî li ser astengên herî girîng ên ku rê li ber pêşketina kar vedigirin pêşkêş kirin, ligel pêşniyarên ji bo çareserkirina wan bi awayên ku beşdarî zêdekirina bandorkeriya projeyên geşepêdanê dibin.
Di dawiya civînê de, Encûmena Cîbcîkar tekezî li ser giringiya şopandina bi hûrgulî ve li ser pêşniyar û encaman kir, û bi hev re di navbera encûmen û desteyan de ji bo peydakirina pêdiviyên curbicur ên welatiyên Kantona Cezîrê.