Di pêngavekê bi armanca parastina jîngeh û tendrustiya giştî, Desteya jîngehê li Kantona Cezîrê bi riya ofîsa çavdêriya jîngehê gera meydanî li gundên li qiraxa çemê Ceqceq ku berê di bin kontrola rêjîma Bas de bûn, pêk anî.
Îro ev gund piştî dewleta Tirk ava çem qut kir, weke çopeyeke vekirî ya ava karîza tê.
Di çavdêriyê de hat dîtin ku hejmareke mezin ji cotkarên van gundan ji bo çandiniyê û bi taybet sebzeyên havînê xwe dispêrin vê avê.
Li ser van encaman, rayedarên peywendîdar bi fermî hişyarî dan van cotkaran û daxwaz kirin ku dev ji bikaranîna vê avê berdin.
ji ber ku li gorî desteya jîngehê di nava vê avê baktêrî, veyros û parazît hene ku bi riya xwarina sebzeyê veguhêze mirovan û nexweşiyên çermî û birzik çêkin.Û di heman demê de dibe sedema kombûna madeyên jehrîn û kanzayên giran di axê de, ku bandorek neyînî li berberî û hilberîna çandiniya wê dike.