Şaredariya Gel li bajarên curbicur ên Kantona Cezîrê di çarçoveya plana xwe ya ji bo baştirkirina jêrxana sala 2025`an, dest bi rêze projeyan û asfaltkirina rêyan kiriye.
Li çend herêman lêkirin û danîna qîrkirinê pêk hat:
Hisiça: Şaredariyê gel dest bi lêkirin û danîna qîrê kirin, di nav de taxa leşkerî û kolanên Rêveberiya Xizmetiyên hunerî tevî kolana El_Meheta û riya Qamişlo.
Her wiha ji bo projeyên nû di nav de mînazêta karê rê di 2025 de.
Dêrik: Şaredariyê projeyên qîrkirinê yên berfireh dest pê kir, bi taybet qîrkirina kolana nexweşxaneya gel bi dirêjahiya 500metre, û kolanên sereke û deriyê bajar bi 12 hezar metre, ji bilî berdewamkirina karê kolana kantîna Şaredariyê.
Qamişlo: Xebatên paqijkirinê ji bo amadekirina qîrkirina kolanên sereke dest pê kir, ji wan: El-Kerama, Hîzama Rojavayî, Riya Hesekê, Kolana El-Siyahî, Zekî El-Ersûzî û Herêma Pîşesazî ya Rojhilat. Tê payîn ku li gorî bernameya pejirandî hefteya bê xebatên tevlihevkirina qîrê dest pê bikin.
Ev proje di çarçoveya xebatên şaredariyan de tên ji bo dabînkirina binesaziyê û riyên ewledar ên ku xizmetê pêwîst ji niştecihan re dikin û tevgera nava bajaran hêsan bikin.